Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîayên Pakistanê Qurbanîyên Xwe Binax Dikin


Şîayên Pakistanê li bajarê Quwêta yê bakurê rojhilata welêt dest bi veşartina 89 qurbanîyên xwe dikin ku di êrîşeke bembeyî ya gruba Leşkerî Cengvî ve ya Sunnî de hatibûn kuştin.

Bi hezaran kes piştî peqînê tev lî xwepêşandinan bûn û red kirin ku qurbanîyan veşêrin, heta hikûmet bêtir parastin pêşkêşî Şîayan neke.

Piştî çend rojan ji protestoyan, xwenîşanderan do Sêşemê biryar dan ku rawestin û kuştîyan veşêrin.

Çend demjimêran berî wê yekê, hêzên ewlekarîyê yên Pakistanê gotibûn, wan 4 mîlîtan kuştin ku gumana girêdana wan bi êrîşan heye.

Medya xwecihî dibêje, 7 kesên din di operasyoneke lêgerînê de roja Sêşemê li bajarê Quwêta hatine girtin.

Karbidest dibêjin, 170 kes li herêma Belucistanê hatine binçav kirin.
XS
SM
MD
LG