Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Bang li Dewletên Cîhanê Dike ku Alîkarîya Afganistanê Bikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Pakistanê îro Pêncşemê bi karbidestên ji Amerîka, Çîn û Rûsya ser Afganistanê civînek çêkiriye.

Ew koma welatan ya bi navê ‘’Troika Plus’’ tê nas kirin, jir ku Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe xistiye cara pêşî civîya.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureyşî di axaftina destpêkê ya civînê de bal kişand ser aborîya xirab ya Afganistanê û dîyar kir ku divê peywendîyên bi wî welatî re werin xurt kirin.

Qureyşî dîyar kir ku ti kes naxwaze ku li Afganistanê şerê navxweyî jinûve destpê bike û da zanîn ku herkes dixwaze ku dijî terorîstan têkoşîn were kirin û rê li ber pêla koçberîyê were girtin.

Sazîyên alîkarîyê didin zanîn ku piştî Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe xistiye piranîya dewletan alîkarîyên xwe rawestandine û balê dikişînin ku li wî welatî krîza mirovahî roj bi roj mezintir dibe.

Pakistan bang li Amerîka û welatên din dike ku bo pêşdeçûna Afganistanê alîkarîyê bikin.

Qureyşî dîyar kir ku aborîya Afganistanê li ber hilweşînê ye.

Ew civîna îro Pêncşemê encama rêzêk danûstandinên dîplomatîk e.

Şûngirê wezîrê dervê yê Afganistanê yê ji alîyê Talîbanê ve hatiye erkdar kirin vê hefteyê bo danûstandinên ser bazirganiyê serdana Pakistanê kir.

XS
SM
MD
LG