Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Pakistanê de Îmran Xan bi Ser Ket


Îmran Xan, ku berê lîstikvanê krîketê bû û piştre derbazî sîyasetê bû, dîyar kir ku di hilbijartina giştî ya Pakistanê de bi ser ketîye.

Xan ser "Pakistaneke nû" soz da.

Xan, ku li ber e bibe serokwezîrê nû yê Pakistanê, ji televîzyonê bang li gel kir û got ku "Spas ji Xwedê re ku me qezenc kir û em bi ser ketin, bi destûra Xwedê emê bibin mînak"

Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê hîn encamên fermî ranegihandine, lê anketên sindoqan û kanalên televîzyonan dîyar dikin ku herî zêde partîya Xan kursî bi dest xistine.

Gotinên Xan yên bo "Pakistaneke nû" ser ciwanan e. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 64 ji sedê Pakistanê di bin temenê 30'î de ye.

Li gor texmînên kanalan, partîya Xan ji 270 kursîyên meclîsê 119 kursî bi dest xistine.

Li ber e ku encamên hilbijartinê îşev dîyar bibin.

XS
SM
MD
LG