Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: Ti Plana Me ya Ser Naskirina Îsraîlê Tune


Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan

Pakistanê dîyar kir ku heta ku Filîstineke serbixwe ava dibe ewê bi Îsraîlê re peywendîyên dîplomatîk çênekin.

Hin sazîyên medya dabûn zanîn ku Pakistan dê Îsraîlê nas bike lê Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand ku ew îdiayên di medyayê de derketine spekulasyon in û bêbingeh in.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Pakistanê, ew dixwazin ku bi sînorên berî 1967’an, Orşelîm bibe paytext û çareserîyeke dudewletî ya bi Îsraîl û Filîstinê çêbe.

Ji roja Îsraîl ava bûye vir ve, Pakistan wê dewletê nas nake û jiber ku pasaporta Pakistanê li Îsraîlê derbaz nabe, hemwelatîyên wî welatî nikarin serdana Îsraîlê bikin.

Piştî Bahreyn, Sûdan û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi Îsraîlê re dest bi normalkirina peywendîyan kiribûn, medyayê bala xwe dabû ser helwesta Pakistanê.

Serokwezîrê Pakistan Îmran Xan di rojên borî de li ser pirsa bo naskirina Îsraîlê ew di bin zextan de mane yan ne, wî gotibû ku ew naxwaze li pêş bîragiştî bersivên pirsên wisa bide.

XS
SM
MD
LG