Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Jiber Lehiyan Zêdetirî 33 Mîlyon Kes Bandor Bûne


Flood-affected people wade through a flooded area with relief food bags as they return to their homes on the outskirts of Jacobabad, Sindh province, Sept. 6, 2022.
Flood-affected people wade through a flooded area with relief food bags as they return to their homes on the outskirts of Jacobabad, Sindh province, Sept. 6, 2022.

Ajansa Rêvebirîya Kerasetê ya Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) îro Duşemê encamên jiber lehiyên li welêt ku ji 14'ê Hezîranê û vir ve didome ragihand.

NDMA dîyar kir ku li Pakistanê jiber lehiyên zêdeyî 1400 kesan jiyanên xwe ji dest dane û 12 hezar û 728 kesên din jî birîndar bûne.

Ajansê ragihand ku 33 milyon û 46 hezar û 329 kes bandor bûne, 663 hezar û 869 kesan jî xwe li konan girtine.

Wê eşkere kir ku li seranserê welêt 6 hezar û 674 kîlometre rê xera bûye, 269 pir jî hilweşîyane.

Herwiha jiber lehiyan yek mîlyon û 743 hezar û 345 xanîyan zarar dîtine, ji vana 568 hezar û 817 xanî bi temamî hilweşîyane.

Li alîyê din ve 50 hezar û 223 sewalên çandinîyê mirine.

Wêrankirina berbelav ya li Pakistanê perwerdehîya zêdetirî 3.5 mîlyon zarokan jî asteng kiriye.

Hikûmetê ji 160 heremên Pakistanê li 72 hereman rewşa awerta ya felaketê dîyar kiriye.

NDMA hevdem da zanîn ku lehîyan bandor li ser 1500 sazîyên saxlemîyê yên li seranserê Pakistanê kirine.

Ajansê balkişand ku di peydakirina xizmetên saxlemîyê de, xebatkarên saxlemîyê de û dermanên li herêmên lehiyan de gelek astengî û kêmasî hene.

Li 45 herêmên 4 eyaletên welêt bi deh hezaran kes bi nexweşiyên wek jinavbirîn, malerya (ta) tîfo, lêdana mar û kûçikan, nexweşîyên çerm, çav û enfeksîyonên bi rêka behnvedanê ketine.

Bandora lehiyan li her derê Pakistanê bi rengekî berbiçav tê dîtin.

Wezîrê Dahat û Darayî yê Pakistanê Miftah Îsmaîl zarara aborî ya lehiyê di navbera 10-12.5 mîlyar dolarî dîyar kir.

Çavdêrên serbixwe jî vê zararê di navbera 15-20 mîlyar dolarî de dihesibînin û dibêjin wê zarar hîn zêdetir bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres zarar û lêçûna karesata lehiyê ya li Pakistanê wek 30 mîlyar dolarî ragihand.

Gelek welatên cîhanê û sazîyên navneteweyî bi sedema rewşa mirovî ya xirab bo Pakistanê alîkarîyan darayî û mirovî dişînin.

Heya niha Çîn 57 mîlyon dolar, Amerîka 30 mîlyon dolar alîkarî dane Pakistanê û Brîtanya jî soza pêşkêşkirina 17 milyon dolarî daye.

NY 3.5 mîlyon dolar û Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî 2 mîlyon dolar alîkarî şandine Pakistanê.

XS
SM
MD
LG