Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Pakistanê bo Serokwezîrê Berê Nawaz Şerîf Fermana Girtinê Da


Dadgeha Bilind ya Pakistanê bo serokwezîrê berê yê welêt Nawaz Şerîf, ku bo tedawîyê li London ya Brîtanya ye, fermana girtinê da.

Nawaz Şerîf yê beşdarî rûniştina dozê nebû, jiber perexwarinê dihat tawanbar kirin.

Dadgeha Bilind ji Nawaz Şerîf xwestibû ku heta 10’ê Îlonê li rûniştina dozê hazir be û dîyar kiribû ku ger ew beşdarî rûniştinê nebe, ewê ‘’qaçax’’ be.

Keça Nawaz Şerîf, Meryem Navaz gotibû ku bavê wê ewê piştî başbûnê, bi destûra doktoran vegere welêt.

Nawaz Şerîf berê jî ji du dozan hatibû darizandin. Wî ji dozekê 7 ji ya din 10 sal cezaya girtîgehê sitandibû û bi kefaletê hatibû berdan.

Ew di Mijdara 2019’an de bo 8 hefteyan ji girtîgehê derketibû û Dadgeha Bilind dîyar kiribû ku ew dikare 4 hefteyan li derveyî welêt bimîne û ew dem li ser daxwaza doktoron ya bo dermankirinê dikare were dirêj kirin.

Nawaz Şerîf piştî biryara dadgehê di Mijdara borî de çûbû Londonê. Qanûnên Pakistanê rê dide karbidestên wî welatî ku ji Brîtanya radestkirina Nawaz Şerîf bixwazin.

XS
SM
MD
LG