Wezîrê karên derve yê Pakistanê Mehah Mehmûd Qureşî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbbûyî ya li New Yorkê, bi Ajansa Associated Press (AP) re hevpeyvîneke pêk anî.
Mehmûd Qureşî raman û hewlên hikûmeta Pakistanê yên bo naskirina Talîbanê ku desthilatdarê nû yê Afganistana cîran e, ragihand.
Hikûmeta Pakistanê pêşniyar dike ku civaka navneteweyî jibo naskirina dîplomatîk ya Talîbanê rênexşeyeke ava bike – bi teşwîqkirinê ger ew pîvanan wê bicîh bînin – û piştre rûbirû rûnin û bi rêberên milîsan re biaxifin.
"Ger ew li gor wan pîvanan bimeşin, ewê ji xwe re hêsantir bikin, ewê pejirandinê, ya ku ji bo naskirinê tê xwestin, bistînin," Qureşî got.
Lê, Qureşî bi berdewamê ev xala destnîşan kir:
"Di heman demê de, civaka navneteweyî pêwîst e ku bizanibe: Alternatîf çi ye? Îhtîmal çi ne? Ev rastiyek e, û ew dikarin gelo ji vê rastîyê rûyê xwe badin ? "
Wî got Pakistan "bi civaka navneteweyî re di heman ramenê de ye" jibo ku Afganistanek aştîyane û aram bibîne û cîh ji hêmanên terorîst re tûne be.
Qureşî da zanîn ku ev raman bo Talibanê axa Afganî careke din dijî ti welatekî neyê bikar anîn e".
"Lê em dibêjin, di nêzîkatîya xwe de bêtir rastîyan bidin ber çavan. Rêkeke nûjen ya bi tevlîbûna bi wan re biceribînin. Awayê ku bi wan re dihate kirin bi kar nehat, " Qureşî got.
Qureşî dîyar kir ku mijarên wek hikûmetek bi tevlahîya civakê, û garantîyên jibo mafên mirovan, bi taybet jî mafên jin û keçan ki desthilatdarên Talîbanê werin çaverê kirin.
Wî got ku wek bersîvê, dibe ku hukûmeta Afganî bi alîkariya pêşketin, aborî û nûavakirinê were teşwîq kirinda ku ji werankarîya bi sedema şerê bi deh salan xilas bibe.
Qureşî bang li Amerîka, Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) û welatên din kir ku diravên hikûmeta Afganî yên hatine cemidandin demûdest were dayîn da ku ew "jbo pêşvebirina normalbûnê ya li Afganistanê" were bikar anîn.
Wî soz da ku Pakistan amade ye ku di vekirina rêkên tekilîyan bi Talîbanê re roleke "çêker, erênî" bilîze jiber ku ew jî, ji aşitî û aramîyê sûd werdigire.