Di êrîşeke xwekuj ya li bajarê Peşaver de, ku li bakurê rojavayê Pakîstanê ye, bi kêmî ve 20 kes hatin kuştin û 63 kesên din jî birîndar bûn.
Karbidestan ewlekarîyê didin zanîn ku êrîşvan bombeya li ser xwe dema mîtînga Partîya Neteweyî ya Avamî (ANP) peqandîye.
Hîn eşkere nebûye ku êrîş kê li dar xistiye.
Berpirsê Ewlekarîyê Gazî Cemal dîyar kir ku di êrîşê de berbijarê parlamenterîyê yê ANP’ê Harun Bilur jî hatiye kuştin.
Êrîşvanê xwekuj, dema Bilur dest bi axaftina bo bi qasî 200 kes kiriye, xwe peqandîye.
Berpirsê Ewlekarîyê Şevket Malîk jî da zanîn ku armancê êrîşvanê xwekuj kuştina Bilur bûye.