Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Serlêdana Filîstînîyan Şand Pêş Komîsyona Endamtîyê


Seroka demkî ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, balyoza Malta Vanessa Frazier ragihand ku serlêdana Rêvebirîya Filîstînî ya jibo emdatîya Civata Ewlekarîyê ji komîsyona pejirandina endamên nû re hate şandin.

Frazier got ku komîteya endamên nû wê di dirêjîya meha Nîsanê de pêdeçûna li ser serlêdana Filîstînê bike.

Rêvebirîya Filîstînî hefteya çûyî bi fermî daxwaz kiribû ku serlêdana wê ya sala 2011'ê jinûve were nirxandin ku ew bibe endama normal ya Civata Ewlekarîyê. Filîstînî niha di civatê de wek dewleta çavdêr ne endam (non-member observer state) cîcg digirin ku dewleta Vatîkanê jî xwedîyê heman statu ye.

Divê komîteya 15 endamî pêdeçûnê li ser serlêdana Filîstînîyan bike û ger erê bike wê serlêdanê jibo dengdanê bişîne Civata Ewlekarîyê ku divê herî hindik 9 endam wê daxwaza qebûl bikin û ji Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanya veto neyê.

Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî, Gilad Erdan roja Duşemê gotibû ku dewleteke Filîstînî wê jibo ewlehîya Îsralê bibe gefeke mezin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG