Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Filîstînî Bang li Îsraîlê Dike Demûdest Vegere Danûstandinan


Serokê Filîstînî Mehmûd Ebas got ku banga Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jibo çareserîya du-dewletan pêşketineke erênî ye, lê got ku belgeya wê yekê vegera bo gotûbêjan e.

“Testa rast ya rastgo û cidîbûna vê helwesta ew e ku hikûmeta Îsraîlî demûdest vegere maseya gotûbêjan,” Ebas di gotara xwe ya li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de roja Înê got.

Hewildanên gihiştina rêkeftina du dewletan, yek jibo Filîstînîyan û yek jibo Îsraîlîyan, bo demeke dirêj hatine rawestandin.

“Bawerîya me bi pêkanîna aştîyê ser bingeha dadmendî û qanûna navnetewî mixabin kêm dibe, jiber sîyasetên dagîrkirinê yên Îsraîlê,” Ebas di gotara xwe de got û tê de Îsraîl wekî rejîma “apartheid” binav kir.

Filîstînî û rêxistinên mafên mirov dibêjin ku Îsraîl kontrola xwe li deverên dagîrkirî yên Filîstînî bi rîya desthilata leşkerî û avakirina komgehan bihêz kiriye. Hinek gumanê dikin ku êdî çareserîya du-dewletan di encama van siyasetan de bikêr be.

“Îsraîl ti ax ji me re nehiştiye ku em dewleta xwe ya serbixwe ava bikin jiber berfirehbûna wê ya komgehan. Gelo wê xelkê me li ku derê bi rûmet û azadî bijîn?” Ebas got.

Piranîya welatên cîhanê komgehên Îsraîlê li Kenara Rojava wekî neqanûnî dibînin.

Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan li ser Twitterê roja Înê got ku Filîstînî bixwe planên aştîyê berê red kirine.

Di gotara xwe ya Civata Giştî ya NY de, Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jî behsa bijareya du-dewletan kiribû. Ev cara yekê ye di salên dawî de ku rêberekî Îsraîlî li ser asta NY behsa vê çareserîyê dike. Serokê Amerîkî Joe Biden jî meha borî piştgirîya xwe bo vê bijareyê nîşan dabû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG