Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Palladino: Ti Plana Me ya Ser Parçekirina Sûrîyê Tune


Robert Palladino
Robert Palladino

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino dîyar kir ku ew ser herêma ewle danûstandinên bi Tirkîyê re didomînn û da zanîn ku berovajî îdiayên Şamê ew naxwazin Sûrîyê parçe bikin.

Palladino di brîfînga medya de, ser pirseke derbarê vekişîna hêzên Amerîka yên li Sûrîyê got ku ewê wê qonaxê bi awayekî kordînekirî û bi baldarî bimeşînin.

‘’Vekişandina leşkeran guherîneke taktîkî ye, di armanca me de ti guherîn çênebûye’’ Palladino got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ew dixwazin ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li herêmê û li seranserê cîhanê têk bibin.

Palladino da zanîn ku ew piştgirîya yekbûna axa Sûrîyê dkin û got ku ew dixwazin ku bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) li wî welatî çareserîyeke sîyasî çêbe.

Karbidestên Rûsya û Sûrîyê dîyar dikin ku Amerîka hewil dide ku Sûrîyê parçe bike.

XS
SM
MD
LG