Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Sûrî Dibêje DAIŞê 3 Gorên li Palmyra Rûxandin


Berpirsê berhemên dîrokî li Sûrîyê Maamoun Abdulkarim dibêje, mîlîtanên DAIŞê sê berhêmên dîrokî li bajarê Palmyra rûxandin û berdewam bajarê kevnar wêran dikin.

Abdulkarim îro Înê got, mîlîtanan sê stunên bilind yên tirban hilweşandin û agahîyên wî li ser dîmenên sateleytî ne ki ji alîyê Zanîngeha Bostonê ve hatin girtin.

DAIŞê berî jî perestgeha Bel û çend berhemên antîk yln bajarê dîrokî Palmyra rûxandibûn.

Seroka ajansa çandî ya NY Irina Bokova rûxandina perestgeha antîk Baal Shamin ya li Palmyra ji alîyê DAIŞ ve wek “tawaneke ceng” nav kiribû.

Hêjayî gotinê ye, Palmyra ya ku ji aliyê UNESCO ve wekî devereke Mîrasa Cîhanî hatiye destnîşan kirin, di 21’ê Gulanê ketibû bin kontrola mîlîtanên DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG