Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ 20 Kes li Bajarê Palmyra Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê dibje, mîlîtanên DAIŞ 20 zilam li lîyatroya antîk ya bajarê dîrokî, Palmyra kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dide zanîn ku ew 20 kes bi gulebaranê hatin kuştin, bi sedema ku wan hevkarî bi rejîma Esad re kirine.

Li Îraqê jî, di êrîşeke xwekujî de, bi kêmî ve 17 leşker do şev li Anbarê hati kuştin, di vê demê de ku hêzên hikûmetê operasyonên xwe yên jinûve kontrolkirina bajêr didomînin.

Karbidestên leşkerî yên Îraqî got, êrîş li dervayê bajarê Felluce ya bin kontrola DAIŞ qewimî, çend demjimêr piştî destpêbûna operasyonên hikûmeta navednî.

Hevdem, Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest got, Amerîka wê çek û alavên pêdivî ji artêşa Îraqê re peyda bike ku bikaribe dijî DAIŞ şer bike.

XS
SM
MD
LG