Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panetta: Nabe Em Destvala li Hember Êrîşên Sayber yên Rûsî Bimînin


Panetta rexne li serok Trump girt ji ber ku dûdil e ka eger Rûsya van karan dike yan na

Leon Panetta, Wezîrê Berevanî yê berê yê Amerîka û Birêveberê Berê yê CIA dibêje, eger ew niha di yek ji postên xwe yên berê de ba dê gotiba Serok Donald Trump, “na be em destvala bi mînin li hember hakkrin û hêrîşên Sayber yên Rûsiya.”

Panetta gote Bernama Plugged In With Greta Van Susteren, ya Dengê Amerîka, “hekkirin û hêrîşên Sayber yên Rûsiya şerê rastewxwe yê Rûsiya ye li dijî Amerîka.

Wan ew şer li 2016 kir û berdewamin liser karîgeriyê bi rêka mîdyaya civakî li ser bîr û bawerên Amerîkiyan di helbijartinên 2018 de.

Panetta, Birêveberê Berê yê CIA piştraste kû Amerîka şiyana heye ne bi tenê berevaniyê ji xwe bike ji wan hêrîşan, belkû di kare heman karî bi Rûsiya bike, çinkû ya ew dike hêrîşek mezine li ser berjewendiyên niştimaniyên Amerîka. Lewan wî hîvî xwestin Serok Trump hizra rêkên tolestandinê bike di biyavê hakkirinê de li dijî Rûsiya.

Panetta rexne li serok Trump girt ji ber kû dûdile ka eger Rûsiya van karan dike yan na. heta kû serok dûdile û payamên Tweeterê bi wê watayê bide, “serok Putin dê hest bike wî destûr heye berdewam be li ser Hakkirin û hêrîşên Sybar”. Wî got jî, divêt me hemûyan, Serokî, ajansên agehiyan û Demokrat û Komariyên Kongirêsê yek peyam ji Rûsiya re hebe û ji Rûsiya re bêjin “em li wan xweş nabin û eger ew berdewam bin em dûdil nabin di bersivdanê de”.

XS
SM
MD
LG