Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şarezayên Saxlemiyê ji Seredana Papa ya Îraqê Ne Aram In


Pispor û şarezayên nexweşiyên bivegir(Infeksyon) jiber serdana çaverêkirî ya papa Farncis ya Îraqê ne aram in. Di wê demê de ku asta belvbûna vîrusa korona li wî welatî bilind û sistema saxlemiyê lawaz û hejmarên zêde dê kom bibin bo pêşwaziya papa.

Hatiye plankirin ku papa Ftancis roja 5ê Adarê serdana Îraqê bike da ku "Bibe palderek ruhî jibo kesên li wêderê hatine dorpêçkirin û vaktîkan kar dike jibo pira li gel cîhana Îslamî ava bike."

Li gor ajansa AP, şarezayên di warê saxlemiyê de dibêjin"Lê ji aliyê girêdana tam bi pandemiyê ve, ew şîretan nakin ku di vê demê de papa serdana Îraqê bike di nava pandemiya korona de".

Metirsî heye ku papa dema sedana Îraqê dike tûşî vîrusa korona bibe, piştî ku roja Yekşemê nûçeya tûşbûna balyozê vatîkanê li Îraqê , kesê serke li Îraqê yê ku dê di pêşwaziya papa de be di hemû serdanên wî de li Îraqê rastî vîrûsa korona hatiye û nuha di karantîneyê de ye.

AP li gor balyozxana Vatîkanê li Îraqê dibêje, balyoz û serokê metranan Mitja Leskovar nîşanên sivik lê peydabûne û amadekariyan dike jibo pêşwaziya papa bike.

Pispor didin zanîn ku şer û cengan jêrxana tenduirsutî û Sistema nexweşxanan li Îraqê wêrankirîye, di heman demê de pisporên saxlemiyê didin zanîn ku cûrê nû yê ku cara yekê li Brîtanya hatiye dîtin li Îraqê belav bûye.

Derbarê serdana Papa Dr. Navid Madani, ku zanayê vîrusane û serokê Navneda perwerdeya zanistî û saxlemiyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li Enstîtuya Dana-Farber ya taybet bi nexweşiya şêrpencê li zanîngeha Harvard, wî gotiye"Ez dibînim ku fikrek nebaşe" Doxto Nafi got.

Derbarê serdana papa ya Îraqê, du berpirsên hikûmeta Îraqê gotine, organîzatorên serdanê sozdane ku ew pêgir bin bi hemû mercên xweparastinê yên weke liber kirna maskan, dûrbûna civakî û gelek kes jî kom nebin, zêdebarî zêdekirina bingehên têstan.

Berpirsekî ku nexwestîye nasnma wî bihê zanîn got "rewşek kirîtîke" lê dê îdare bibe.

Li aliyek din Vatîkanê tedbîrên seferê girtine, Papa yê 84 salî û desteya oldarên bi wî re ku 20 kes in û rojnamevanên dê ligel şandê bin ku hejmara wan ji 70 kesan derbaz dibe yên ku di yek firoke de serdana Îraqê bikin her hemû hatine vaksîn kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku papa Francis di serdana xwe ya çend rojî de dê serdana wan dêran bike yên ku pirnya wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine wêran kirin yan jî di şerên rizgar kirina Mûsil de hatine herifandin, ku DAIŞê piraniya wan dêran kirbûn, zîndan yan jî bingehên çekdarî.

XS
SM
MD
LG