Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkanê Beşdarî Konferansa Olan Dibe


Bo cara yekê di dîrokê de papayê Vatîkanê Francis seredana welatên Kendavê dike û beşdariyê di konferansa olan de dike li Abu Zabî.

Papa Francis nûnertiya dêra Katolîkan dike ku 1.3 milyar bawermendên wê hene, sibê dê papa di konferansa olan de li paytexta Îmaratên Arabî yên Yekgirtî peyvekê pêşkeş bike.

Papa ji aliyê Welî Ehdê Abu Zabî Mohamed Bin Zayid Al Nihyan û serokê hikûmeta Îmaratan û hakimê Dubai Şêx Mohamed Bin Raşid Al Maktom ve hat pêşwazî krin.

Konferansa olan li Îmaratan jibo wekhevî û lêbûrînê û hevdu qebûlkirinê hatiye saz kirin, tê texzmîn kirin ku, di peyva xwe de papa Francis balê bikîşne ser şerên li Yemenê ku, Îmarat beşdariyê di hevpeymaniya Arabî de dike ya bi serokatiya Erebistana Saûpdî ya şerê li Yemenê ku hezaran kes heta niha di wî şerî de hatine kuştin. Nûnerên piraniya olên sereke li cîhanê beşdarî konferansê dibin.

Papa di rêûresemek bi heybet de hat pêşwazî kirin, wî mîdaliyek dîrokî weke diyarî pêşkeşî Şêx Mohamed Bin Zayid kir dîroka wê vedigere sala 1219an, dema Fransis Assisi û Sultan Şah Kamil dîdar encam dabûn û papa di deftera mêhvandariyê de "Pêşwaziya gerim" ya Îmaratan bilind nirxand.

Hatiye plan kirin ku papa serdana mizgefta Şêx Zayid Bin Sultan bike.

Papa û Şêxê Ezherê ku weke bilindtirîn saziya olê Îslamê tê dîtin ku, bingeha wê li Qahîre ya Misrê ye, dîdar saz kirin û dê di Konferansa "Di mirovahiyê de hemû birane" danûstendinan li ser wekhevî û biratiya olan encam bidin, konferans ji roja Yekşemê ya gehiştina şandan û pêkanîna dîdaran destpê kirîye û heta Sêşemê dê berdewam bibe.

XS
SM
MD
LG