Vatîkanê îro Duşemê ragihand ku saxlemîya Papa Francis hinekî baştir bûye, lê ew hîn di rewşa krîtîk de ye.
Vatîkanê do Yekşemê gotibû ku rewşa Papa jiber pirsgirêkên nefeskişandinê û gurçikan krîtîk e.
Lê, Vatîkan îro dîyar kir ku pirsgirêkek gurçikê sivik e û ew ne sedema fikaran e, piştî ku ew zêdetirî hefteyekê li nexweşxaneyê hate razandin.
"Heta îro jî pirgirêkên nefesê yên astimî çênebûn; hin encamên testên laboratîf jî qenctir bûne. Papa Francis îro dîsa dest bi hin xebatan kir,” Vatîkanê di bultena êvarê ya li ser saxlemîya Paya yê 88 salî de got.
Papa niha tedawîya oksîjenê werdigire, lê doktor heta niha sedema nexweşîya wî eşkere nekirîye.
Papa demeke zûtir ya Yekşemê bi daxuyanîyekê ji Katolîkên cîhanê xwestibû ku jibo wî dua bikin, piştî ku wî cara duyê ser hev de nikarîbû ayîna gelêrî ya Angelus bi rêve bibira.