Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis: Şerê li Ukrayna ji Hêla Çend Împaratorîyan Hat Geş Kirin


Papa Francis îro Înê di hevpeyvînekê de dîyar ku şerê li Ukrayna ne bi tenê jiber Rûsya çêdibe, lê jiber berjewendîyên çend împaratorîyan didome.

‘’Pevçûn jiber berjewendîyên emperyal, ne bi tenê yên împaratorîya Rûsya, lê yên împaratorîyên ji deverên din hat geş kirin’’ Francis got.

Wî dîyar kir ku ew amade ye ku bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re ser aştîyê biaxife.

Temamê hevpeyvîna kanala RSI dê roja Yekşemê were weşandin.

Rojnameyên Îtalî, La Repubblica, La Stampa û Corriere della Serva îro Înê hin beşên hevpeyvînê belav kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG