VATICAN, Temuz 14 (Reuters). Roja Çarşemê papayê Vatîkanê, piştî 11 rojan li nexweşxanê û encamdana operasyona birîna beşekî kolona wî li nexweşxaneke Roma vegeriya Vatîkanê.
Şahîdan dîtine ku papa ji otombîlekê derketîye û ber bi deriyê Vatîkanê çûye. Pêşwext rojanevanên wênegir wêneyên 2 otomblên tevî hêzên ewlekariya Vatîkanê girtine dema ji nexweşxana Agostino Gemelli li Roma derdikevin, nêzî demjimêr 11:00 berî nîvro bû û kursiyeke li ser xirxalan amade kirbû.
Yek ji otombîlan, ji yên cam tarî bû, papa Francîs 84 salîye û beşekî kolona wî (rûvîka stûr) haiye birîn piştî operasyon meha temuzê bo hate kirin û bo cara yekê piştî operasyonê Yekşemê 4ê meha Temuzê derket pêşberî girseyê û ji balkona nexweşxana Agostino Gemelli bo mawê 10 xulekan de peyvek pêşkeş kir, herwiha Yekşema borî jî li heman nexweşxanê roja Yekşemê 11ê mehê li balkona nexweşxanê hatbû dîtin.
Sêşemê piştî nîvro, Vatîkanê pênc wêneyên papa weşandin dema ku serê sibê wî serdana beşa zarokênn nexweşên penceşêrê kirbû û silav dabû ser zarokan, dayik û baban û doktoran, dihat nîşandan ku rewşa papa başe û bê alîkarî di korîdorê nexweşxanê de dimeşe.
Di wêneyên roja Yekşemê de, nîşan dabûn ku ew li ser kursiya nexweşan tê û diçe. Niha karê papa Francîs tenê nivêja roja Yekşemê ye, zêdebarî ku niha Vatîkan di nava plana serdana wî de ye li nîva meha Îlonê bo Slovakya û Hungarian, paytext Budapest.
Metraniya Skotlanda – Scotland, roja Duşemê ragihand bû ku papa dê li konferansa Netewên Yekbûyî ya Guhertina Klîmayê (COP26) amade bibe, ku dê meha Mijdarê li bajarê Glasgow çê bibe.
Hatiye diyar kirin ku li dawiyê heman meha Mijdarê, dê papa serdana Malta û Qubrisê jî bike.