Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Pêgir E ku Serdana Îraqê Bike


Papa Francis
Papa Francis

Papa Francis îro Duşemê ragihand ku nêta wî heya ku di meha bê ya Adarê de serdana Îraqê bike.

Wî ji Xizmetên Nû ya Katolîk (CNS) sazîya nûçeyan ya Qeşeyên Amerîkî re ser rewîtîya xwe ya Îraqê axifî.

"Ez qeşeyê mirovên ku êş dikişînin im," Papa got.

Francis ragaihand ku her çiqas piranîya mirovan bi sedema pîvanên durahîya civakî ya vîrusa korona ewê tenê di televîzyonê de wî bibînin jî girîng e ku mirov dê bibînin ku Papa hatiye welatê wan.

CNS ragihand ku Papayê 84 salî armanc dike ku di navbera 5 û 8'ê Adarê de, serdena Îraqê bike, heke pêlek nû ya giran ya belavbûna vîrusa korona neqewime.

Patrîkê Dêra Katolîk ya Keldanî ya Îraqê hefteya borî dabû zanîn ku Papa Papa Francis wê bi rêberê Şîa Alî Sîstanî re hevdîtinekê bike.

CNS ranegihand ku ger Papa pîvanên ewlehîyê nîqaş kiriye yan na.

Îraq bi sedsalan e ku jibo civakên Kristîyan wargeh e û bi sed hezaran Mesîhî piştî gêrkirina Saddam Huseyîn jiber tundî ya mezhebî revîbûn.


XS
SM
MD
LG