Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Bang li Ewrupa Dike ku bo Kêşeya Koçberîyê Hevkarî Bikin


Papa Francis got ku divê dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) ser koçberan hevkarî bikin.

Koçberî di demên dawî de di serî de Îtalya bo dewletên Ewrupî yek ji mijarên sereke ye.

Gemîyên alîkarîyê dixwazin koçberên li deryayê asê mane bînin berevan û ew yek bo hikûmetên Ewrupî kêşeyan çêdike.

Papa Francis da zanîn ku divê dewletên YE ser koçberan hevkarî bikin.

Wî dîyar kir ku divê temamê berpirsîyê ne li ser Qibris, Îtalya, Yunanistan û Îspanya be ku bo koçberan welatên serekî ne.

Karbidestên rastgir yên Îtalya, ku sîyaseteke dijberî koçberan dimeşînin, ser gotinên Papa Francis spasîya wî kirin.

Ew karbidest dibêjin nabe ku dewletên Ewrupî, Îtalya bo kêşeya koçberan bi tenê bihêlin.

XS
SM
MD
LG