Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Parêzgeha Duhok ji Serdana Papa Francîs Kêfxweş E


Xelkê Îraqê bu hemû pêkhateyên xwe ve, ji Kurd, Ereb, Tirkman û pêkhatên olî û mezhebî, Misliman, krîstiyan, Êzidî, Kakeyî, Ehlê Heq Û Sabîayên Mendayî bi serdana Papa Francîs papayê Vatîkanê kêfxweş in, çi li Îraqê bi giştî û çi li Herêma Kurdistanê bi taybetî.

Bi gehştina Papa roja Înê bo paytexta Îraqê Bexda û paşan serdana kesayetî older û lêvegerê sereke yê Şîayên Îraqî Ayatullah Alî Sistanî li bajarê Necef û paşan serdana bajarê Ur yê dîrokî nivêjên aştî û tenahiyê hatin kirin û papa daxwaz û dûa kirin ku jiyaneka bi hevre û berqerarbûna aştiyê li Îraqê û herêmê pêk were, ev serdan di demekî de ye ku herêm di rewşeke aloz û nakok de derbaz dibe.

Di serdana xwe ya çend rojî de Yekşemê papa Francîs gehişt bajarê Hewlêr, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikûmetê Mesrûr Barazî û cîgirê wî Qûbad Talebanî û kesayetiyên olî yên ji hemû pêkhateyan li firîngeha Hewlêr li pêşwaziya Papa Francîs bûn. Hatiye plan kirin ku li bajarê Hewlêr Papa li stadiuma sporê ya Franso Harîrî bi nêzî 10 hezar kesan re nivêja girseyî bike.

Duhok weke parêzgeheke herêma Kurdistnaê hejmareke zêde ya Krîstiyanan lê dijîn û ji kevn da li gel pêkhateyên olên din bi hevre jiyane û warê wan yê dîrokî bûye weke hemû pêkhateyên din.

Xelkê Duhokê û kesayetiyên misliman yên parêzgeha Duhok bi geşbînî û kêfxweşî li serdana Papa dinêrin û hatina wî bo Îraqê û Herêma Kurdistanê giring dibînin.

Zanayên ola Îslamê li parêzgeha Duhok li ser giringîya serdana papayê Vatîkanê bo dengê Amerîka axifîn, pêşî mela Dilşad Bêsifkî got" ji kevnda me hevalinî di gel kirstîyana hebûye û me jin ji wan anîne "

Herwiha Şêx Xidir Îslam di bêje"hatina wî giringîyek dîrokî heye lê weke civak û komelgeh,herêma Kurdistanê ji kevnda cihê pêkve jiyanê ye, hatina papayê Vatîkanê vê pêkve jiyanê pêtir qayim diket û hatina wî gelek giringe."

Serdana papa Francis ne tenê peyama aştî û aramiyê digehîne belku giringîya xwe ya aborî, siyasî û cviakî jî heye bo Îraqê û herêma Kurdistanê.

Raporta Duhok 07 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00

XS
SM
MD
LG