Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Bang li Bawermendan Dike ku Ronahîya Îsa Hembêz Bikin


Papa Francis, do roja dayikbûna Mesîh Îsa de îro li Qada St. Peter ji deh hezaran bawermendan re peyîvî.

Papa di Gotara Krîstmisê de bang li bawermendan kir ku jibo dawîkirina newekhevî û şerên li cîhanê "ronahîya Îsa" hembêz bikin.

"Di hindurê dilên mirovan de tarîtî heye, lê ronîya Îsa ji hemîyan mezintir e. Tarîbûn di nav kesan de, malbatan de û peywendîyên civakî de heye, lê ronîya Îsa ji gîşkan hêzdar e. Di şerên ekonomîk, jeopolîtîk û ekolojîk de tarîbûn heye, lê ji wan hemîyan xurtir, ronahîya Îsa ye.”

Papa di peyama "Urbi et Orbi" ya salane de jibo kesên ku bûne qurbanîyên şer, bêîstiqrarî, malwêranîyên xwezayî, nexweşî û dijwarîyên din dûa kir.

Wî qala mirovên li Sûrîyê, Lubnan, Îraq, Venezuela û Ukrayna kir û banga aştî û aramî li wan welatana kir.

Papa Francis herwiha bal kişand ser rewşa Krîstîyanên li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Nîjerya ku jiber ola xwe dibin armanca êrîşan.

Papa, wek herdem di vê axaftina xwe de jî ser mijara penaberan jî sekinî û bal kişand ser rewşa wan.

"Nedadmendî hezaran kesan neçar dike ku hewil bidin sehra û deryayan derbaz bikin, ku ji wan re bûne wek goristanan. Dîsa, tunebûna adaletê ye, ku wan kesan mecbûr dike ku rûbirûyê êş, êşkence û hemî cureyên reftarên xirab bin û din şertên giran de li kampan bijîn.”

Papa Francis roja Çarşemê jî hêvî û daxwazên baş ji Sudana Başûr re xwestibû û dûa jibo serketina peymana aştî ya li wî welatî kiribû.

XS
SM
MD
LG