Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Daxwaza Parastina Jîngehê Dike


Papa Francis îro Yekşemê got ku kêmbûna gemarbûna di dema qedexeya derketina kolanan ya jiber koronayê de nîşan dide ku divê bi rakirina wan qedexeyan pirtir girîng ji jîngehê re were dayîn.

Papa di axaftina ayîna îro de li qada St. Peter got ku vîrusa korona bû sedem ku mirovên cîhanê çavên xwe ji kêşeyên xwezayê re vekin.

“Di dema qedexeya derneketina ji malê de ciwanîya xwezayê xuya bû û kolanên bê trafîk û bê qirêjî delalîya jîngehê nîşan da. Niha bi domandina jîyana asayî, divê em hemî hember xwezayê hesastir bin,” Papa Francis got.

XS
SM
MD
LG