Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Dibêje li Dibistanên Dêrên Kanada Dijî Zarokên Resen Jenosîd Hatiye Kirin


Dîmeneke ji serdana Papa Francis ya li Kanada
Dîmeneke ji serdana Papa Francis ya li Kanada

Papa Francîs îro Şemîyê got ku kiryarên ku li dibistanên niştecihbûnê bo bi zorê asîmîlekirina zarokên resen yên Kanada hatine kirin, jenosîd bû, dibistanên ku ji hêla Dêrên Katolîk yên Roma û yên din yên Xirîstiyan dihatin revebirin.

Papa ev daxûyanî di vegera xwe ya Roma ya ji serdana Kanada de, di balafirgehê de da ku bo hefteyeke berdewam kir.

Papa li Kanada ji kesên ku ji destdirêjîya li dibistanên Katolîk rizgar bûne jiber rola Dêrê di sîyasetê de lêborîneke dîrokî xwest.

Rojnamevanî resen yê Kanadayî di balafirê de ji Papa pirsî ku wî çima ew peyva jenosîdê li Kanada ne anîye ziman û gelo ew qebûl dike ku endamên Dêrê beşdarî jenosîdê bûne.

"Rast e, min ev peyv bi xwe bi kar neanî jiber ku ez nefikirîm. Lê, min jenosîd pênase kir. Min lêborîn xwest, min bo vê çalakîya ku jenosîd bû efû xwest," Francis got.

Papa bi berdewamî dîyar kir ku wî ew kiryarana şermezar kiriye; destdayîna ser zarokan û hewlên bo bi tevahî guherîna çand, edet, kevnesopî, hiş û nijada wan.

Di navbera 1881 û 1996’an de zêdetirî 150 hezar zarokên resen ji malbatên wan hatin veqetandin û bi zorê hatin birinê dibistanên niştecihbûnê.


Dibistanên niştecihbûnê li ser hikûmeta Kanada ji hêla komên olî ve dihatin rêvebirin ku piranîya wan keşeyên Katolîk bûn.

Papa Francis Duşema borî serdana bajarokê Maskwacis kir, cihê ku du dibistanên niştecîbûnê yên berê, li wir lêborîn xwest û asîmîlasyona bi zorê wek "xirabîyeke şeytanî" û "xeletîyekî mezin ya felaket" bi nav kir.


Wî herwiha bo piştgiriya Xiristiyanan ya bo " hişê kolekirinê kolonî" ya wê demê jî lêborîn xwest.

XS
SM
MD
LG