Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa ji Kêşeya Îsraîlî û Fîlîstînîyan re Çareserîya Du Dewletî Xwest


Papa Francis di peyama xwe ya Krîstmisê de bang li çareserîya du dewletî ya kêşeya Îsraîlî û Fîlîstînîyan re xwest, piştî ku rewşa Rojhilata Navîn jiber biryara Trump ya ser Orşelîmê aloz e.

“Werin em bi hevre dua bikin ku dîyaloga navbera her du Îsraîl û Fîlîstînîyan jinûve bidome û çareserîyeke lihevkirî pêk were ku jîyana pekveyî pêkan bike.”

Papa Francis ji deh hezaran temaşevanên axaftina xwe de dîyar kir ku îro gelek zarokên Rojhilata Navîn êş û azad dikşînin. Îro di vê demê de ku bayên şer li me dixin, Krîstmis tine bîra me ku dive aştî bi ser keve.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî biryara Trump ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê, Papa Francis cara duyê ye ku li ser parastina rewşa hevparyî ya wî bajarî dipeyîve.

XS
SM
MD
LG