Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Dest bi Seredana Dîrokî ya Îraqê Kir


Serokê Îraqê Berham Salih û hevjîna wî Serbax Salih bi Papa Francis re
Serokê Îraqê Berham Salih û hevjîna wî Serbax Salih bi Papa Francis re

Papa Francis îro di seredaneke girîng de Înê giheşt Bexda ya paytexta Îraqê û ji alîyê serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî ve hat pêşwazî kirin.

Papa piştî ku ji firîngehê derket û diçû navenda Bexda, ji alîyê bi sedan kesan ve hat pêşeazî kirin ku alê Îraqê û Vatîkanê bilind dikirin.

Papa jî pencereya trombîlê nizim kir û girseyê silav kir.

“Ez bextewar im ku careke din dest bi rêwîtîyê dikim. Ev seredana min sembolîk e û erka min ya hember axeke ku salên dirêj e gelek êş û dijwarî dîtine.”

Papa Francis got ku ew dixwaze peyama aştî û hevrehebûnê bide û piştgirêya xwe ji Krîstîyanan wî welatî re bide ku di salên dawîyê de gelek ji wan jiber şer û tundî ji Îraq revîne.

Cara yekê ye ku papayek seredana Îraqê dike û hatina wî ser vexwendina serokî wî welatî Berhem Salih pêk hat ku her du îro hevdîtinekê dikin.

Papa John Paul II di sala 2000’ê de xwestibû here Îraqê, lê seredana wî jiber alozîyên li herêmê hatibû betal kirin.

Dîsa, Papa Benedict XVI jî hatibû vexwendin lê wî jiber destpêbûna şer nekarîbû biçûya wî welatî.

Papa, piştî vexwendina Salih gotibû ku ew naxwaze gelê Îraqê xeyalşikestî bike, taybetî jî civaka Krîstîyan ku gelek eş dîtine.

Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yê cîhanê Papa Francis ji sala 2019’an vir ve cara yekê ye seredaneke dervayê welêt dike û 75 rojnamevan jî bi wî re rêwîtîyê dikin.

XS
SM
MD
LG