Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francis îro Yekşemê bang li mirovan kir da ku dijî komên tawanbar yên rêxistî yên mîna mafyayê li seranserê cîhanê tekoşîn bikinê.
Papa Francis hevdem hişyarî da ku sûcdar pandemîya COVID-19 bikar tînin da ku xwe bêtir dewlemend bikin.
"Mafya li heremên cûrbecûr yên cîhanê hene û, sûdê ji pandemîyê digirin, ew xwe bi gendelîyê dewlemend dikin," Francis got,
Francis di navnîşana xwe ya Yekşemê ya nîvro de ku Îtalya qûrbanîyên tawanên rêxistî bibîr tîne, ser mijarê axifî.
"Îro, divê em hemî qurbanan bi bîr bînin û soza xwe ya dijî mafyayê nû bikin," Francis got.
Hevrêzîya polîsê Internterpol di Mijdara 2020'an de hişyarîyekî gerdûnî weşand ku torên tawanbarê rêxistî vaksînên COVID-19 armanc dikin.
Di Adarê de, polîsê Afrîkaya Başûr bi sedan vaksînên sexte girtin û çar kesên gumanbar desteser kirin.
Polîsê Îtalî radigihîne ku komên tawanbar pandemîya vîrusa korona jibo destxistina piştgirîya malbatên xizan ku rûbirûyê pirgirêkên darayî dimînin bikar tînin, kredî û xwarinê pêşkêş dikin.
Polîs, karsaziyên ku jiber pandemîyê rewşa aborîya wan xirab bûne, û ketina nava destên çeteyên ku bi rêjeyên faîzê yên bilind dirav dey dane wan, rizgar dike.
"Van komên gunehbar, komên mafyayê, li dijî mizgînê nin û pûtperestiyê tevlî bi baweriyê dikin," Papa got.
Li Îtalyayê, gelek endamên sûcên rexitinî xwe wek beşek ji komek oldar, dibînin, duayên rêberên oldar dixwazên, pîrozan dikin û di merasîman de peykerên olî, bikar tînin.