Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Xetaya Mezin Demildest Bihê Serastkirin


FILE - A mural of Pope Francis is seen on the wall of a church upon his upcoming visit to Iraq, in Baghdad, Iraq, Feb. 22, 2021.
FILE - A mural of Pope Francis is seen on the wall of a church upon his upcoming visit to Iraq, in Baghdad, Iraq, Feb. 22, 2021.

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşemê daxuyaniyek derbarê derencamên serdana papa francîs ya Îraqê û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand di daxyuniyê de KRG (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) giran rexne dike daxuyaniya nivîskî ku di mediya Tirkiyê û herêmê de hatiye weşandin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi hejmara 89, 10 Adarê daxuyaniya rojnamegerî de ya derbarê pûl (stampa) plankirî ku ji aliyê KRG ve li ser serdana papa bo Îraqê hatiye çêkirin, û hin herêmên di nava axa Tirkiyê de dikevin di nava pûla nexşekirî û nexşeya ku li pişt papa derdikeve de hatine bi cih kirin.

Daxuyanî Wezaretê derve ya Tirkiyê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî hat dan û naveroka daxuyaniyê weha ye:

"Me têbînî kirîye ku hatiye biryar dan pûleke bîranînê derbarê serdana Papa Francîs bo Îraqê ji aliyê Herêma Kurdistana Îraqê ve bihê çêkirin, di nava pûlê de hind herêmên welatê me hatine ketine di nava wê pûlê de. Hin rêvebirên KRG yên hedê xwe nizanin vê serdanê jibo meremên xwe şewit li hemberî yekîtiya axa welatên cînar yên Iraqê bikar tînin. Ev armancên nepenî çawa bi êş encam dane herî baş wê ji hêla meqamên HKIyê ve bihê zanîn. Em li bendê ne ku berpirsên KRG vê xetaya mezin demildest sererast bikin û bi eşkere daxuyaniyekê bidin."

Ji ber ku Papayê Vatîkanê, Papa Francîs çû serdana Iraqê, rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) weke diyarî û bîranîna serdana Papa pûleke postê amade kir. Li ser vê pûlê nexşeyek heye ku herêmên Kurdan li Tirkiyê di nava nexşeya ku li ser pûlê tên nîşandan û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bertek nîşa da û got divê ev şaşî derhal bê sererastkirin, û divê berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê daxuyaniyeke zelal ya pêwîst li ser wê bûyerê biweşînin.

XS
SM
MD
LG