Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Fransî Gumanberekî ku bi Kêrê Dixwest Êrîş Bike li Parîsê Kuşt


Taxa La Defense li Parîsê (Arşîv)

Karbidestên Fransî ragihand ku hêzên ewlekarîyê zilamek kuşt ku ew bi kêrê destê xwe, gefa êrîşa dijî polîsan dikir.

Karbidestan dîyar kir ku bûyer li meydana taxa La Defense ya karsazîyê li Parîsê qewimî.

Jêderekî xwecîhî ji Reutersê re ragihand ku zilamê gumanbar xwe avêt ser sê polîsên ku jibo kontrolkirina bûyerê giheştibûn cîhê bûyerê û bi dengekî bilind got ku: “Ezê we bikujim,”

Dîdevanan ragihand ku li cîhê bûyerê dengê heft guleyan hatin bihîstin û du ji wan li berguman xistin.

Jêderekî polîsan ji ajansê re ragihand ku zilamê 42 salî ji Mexrîbê ye û ji meha Hezîranê de ji girtîgehê revîye.

XS
SM
MD
LG