Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parîsê Êrîşeke Çekdarî ya Dijî Polîsan


Kolanên Parîsê (Arşîv)
Kolanên Parîsê (Arşîv)

Jêderên ewlekarî yên Fransî ji Reutersê re got ku du polîs îro Duşemê li pêş nexweşxaneyeke li Parîsê bûn armanca êrîşeke çekdarî.

Heman jêderî da zanîn ku yek kes hate kuştin û yekê din jî birîndar bû û ew niha li nexweşxaneya Henry Dunant tê derman kirin.

“Êrîşvan bi motosaykilekê ji cîhê bûyerê revî û heta niha ti agahî tuneye ku sedema êrîşê çi ye,” heman jêderî got.

Televîyona BFM ragihand ku kesê kuştî zilam e û ya birîndakirî jî jinek e ku li nexweşxaneyê wek zerevan dixebitî.

XS
SM
MD
LG