Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paraguay Roja Sêşemê Balyozxaneya li Orşelîmê Vedike


Serokwezîrê Paraguayê Horacio Cartes
Serokwezîrê Paraguayê Horacio Cartes

Piştî Amerîka û Guatemala, Paraguay jî dê di rojên pêş de balyozxaneya xwe ji Telavîvê bibe Orşelîmê.

Li gor daxuyanîya berdevkê hikûmeta Paraguayê, balyozxaneya wî welatî ya li Orşelîmê dê roja Sêşemê vebe û Serokwezîrê Paraguayê Horacio Cartes jî dê beşdarî merasîmê bibe.

Wezîrê Derve yê Paraguayê Eladio Loizaga da zanîn ku Cartes heşt mehên biryara guherîna bajarê balyozxaneyê daye.

Loizaga da zanîn ku bo serdana fermî ew diçin Orşelîmê û ewê balyozxaneya li wir peywendîya wan ya bi Fîlîstînîyan re xirab neke.

XS
SM
MD
LG