Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Şîa li Îraqê Êrîşên bi Dronan Didomînin


Dîmeneke ji qadakekî bi dronanan hatiye êrîş kirin, Îraq. (Arşîv)
Dîmeneke ji qadakekî bi dronanan hatiye êrîş kirin, Îraq. (Arşîv)

Komeke paramîlîter ya Îraqî îro Duşemê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku dijî yek ji embarên (depo) wê yên cebilxane yên li nêzî bajarê başûrê Nejefê êrîşa bi dronan pêk hatiye.

Di daxuyanîye de hat ragihandin ku dijî emberên cebilxane yên wan du êrîşên cuda yên bi dronan hatine kirin, lê wê di derbarê hûrgilîyên êrîşan de hûrgilî nedan.

Koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Amerîka, ku piştgirîya hêzên Îraqî yên dijî milîtanên DAIŞ'ê dike, îro ragihand ku wan di du rojên dawî de li Îraqê yan Sûrîyê ti êrîşên esmanî pêk neanîne.

Karbidestên ewlekarî yên Îraqê heya niha ser ragihandina koma paramîlîter ya jibo êrîşan ti şîrove yan agahdarî dîyar nekirine.



XS
SM
MD
LG