Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Nimûmeyên ji Kargeha Parçîn Pêşkeşî IAEA Kirin


Karbidestekî Îranî îro Duşemê dibêjin ku pisporên wan îro çend nimûne ji kargeha Parçîn ya leşkerî ku îdia hebûn Îran çekên navokî li wê derê çedike, girtin û pêşkeşî Neteweyen Yekbûyî kirin.

Ajansa IRNA ya dewletê ji zarê beredevkê navokî Behrouz Kamalvandi ragihand ku nimûneyên mînakên ji Parçîn, bê hazribûna vekolêrên Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA), hatin wergirtin.

Îranê salên dirêj e îdia dikir ku kargeha Parçîn tenê jibo mebestên leşkerî ye û dê qet bo bîyanîyan neyê vekirin.

Karbidestên Îranî Amerîka û Îsraîl tawanbar dikirin ku bi sedemên bêbingeh navbê Parçîn tînin pêş ku çekên navokî lê tên saz kirin.

XS
SM
MD
LG