Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa Parêzbendîya Puigdemont bi Dawî Dike


Parlamana Ewrupa bi dengdanê rakirina parêzbendîya Serokê berê yê Herêma Katalonya ya Îspanya Carles Puigdemont pejirand.

Carles Puigdemont, ku parlamantera Parlamana Ewrupe ye jî, piştî referanduma bo serxwebûna Katalonya ji dadgehên Îspanya revîbû û di Cotmeha 2017’an de derbazî Belçîka bûbû.

Pirtir ji 400 parlamanterên Parlamana Ewrupa, ku bi 705 kursî ye, bo rakirina parêzbendîyên Puigdemont û du sîyasetvanên din yên Katalon deng deng dan.

Îspanya berê jî ji Belçîka radestkirina wan sîyasetvanên Katalon xwestibû û li ber e bi rabûna parêzbendîyan Madrîd wê daxwazê dubare bike.

Her sê sîyasetvanên Katalon di sala 2019’an de di hilbijartinên Parlamana Ewrupa de bi ser ketibûn û parêzbendî bi dest xistibûn.

Dadgehên Belçîka, di demên borî de daxwazên Îspanya yên ser radestkirina sîyasetvanên Katalon red kiribûn.

XS
SM
MD
LG