Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Haşimî Nema Berevanîya Wî Dikin


Parêzerên Cîgirê serokomarê Îraqî Tariq el Hashimî yê Sûnnî roja Yekşemê dest ji kêşeya wî berdan wekî protesto dijî biryara dadweran ku rê nedan wan belgeyan bînin dadgehê.

El Hashimî bi piştgirîya mîlîtanên mirinê dijî karbidetên Şîa tê gunehbar kirin.

Tîma berevanîya el Hashimî daxwaz ji dadgehê kir ku hemû rekordên peywendîyên telefonan werin eşkere kirin da ku li dijî mikurhatineke berî mehê rawestînin ku digot cîgerê Serokomar û zavê xwe pasevanên xwe daxwaz ji kiribû jibo kuştina karbidestên hêzên asayîş û hikûmetê.

Parêzer Muayed Obeid al Ezzi got, ev rekord dikarin îspat bikin el Hashimî ne di hundirê welat de bû dema ew peywendîyên telefonê ligel pasevanên wî hatibûn kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Associated Press berî çend rojan, rêberê Sunnî el Hashimî got ku reng e fişar li pasevanên wî hatibin kirin jibo van mikurhatinên şaş bidin dadgehê.

Hêjayî gotinê ye El Hashimî nuha li Stenbolê ye û berî wê li Herêma Kurdistanê bû. Hebûna wî li wir bû egera alozeyekê navbera hikûmeta herêmê û ya serokwezîr Nûrî el Malikî.

XS
SM
MD
LG