Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanekî Êrîşa Parisê Serbest Hat Berdan


Ofîsa Dozgeriya Paris ê, roja Înê 18î meha kanûna pêşîn ragihand ku, wan kesekî 29 salî yê ku, bi gumana têkiliyên bi êrîşa terorî ya 13 Mijdarê de hene, li Paris hatbû binçavkirin, serbest hat berdan.

Ev Kes roja Sêşemê di mala wî de, li Villiers-Sur-Marne ya Parisê hatbû girtin, ew hat berpirskirin, piştî ku dozgeriyê li gor belgeyên heyî ew tawanbar nehat dîtin, piştre serbest hat berdan.

Heya niha ji dervey êrîşkarên di buyera 13 mijdarê de hatîne kuştin, du kesên berguman li Fransa û çendîn kes li Belcîka hatine binçavkirin.

Wek tê zanîn li roja 13î meha mijdara derbasbûyî li Paris, êrîşek terorîstî li hind ciyên wek hola ahengan ya Bataclan, stadium, qehwexane û xwaringehekê pêkhat bû di encam de 130 kesan jiyana xwe jidest dabûn û bi sedan jî birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG