Karbidestên Fransî ragihand ku rastgirê tundrê William Mallet, ku Îna borî li Parîs ya paytexta Fransa 3 Kurd kuştibûn, ket girtîgehê.
Karbidestan got ku êrîşvanê Parîsê Mallet bi ‘’kuştinkarîya bi armancên nijadperest’’ tê tawanbar kirin.
Mallet yê 69 salî êrîş biribû ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û dikanên li dora wê.
Li ser daxwaza doktoran, berpirsên ewlekarîyê Mallet biribûn klînîkeke psîkîyatrîyê û paşê ew careke din anîbûn dozgerîyê.
Li gor îfadeyên li dozgerîyê, Mallet roja Înê çûye herêma 10’an ya Parîsê ku bi piranî Kurd û Tirk li wir dijîn.
Mallet di îfadeya xwe de gotiye wî xwestiye ku jimareke bîyanan bikuje û guleya dawî jî di serê xwe de biteqîne.
Wî berê êrîşî xwatingehê kiriye, dû re êrîş biriye ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û piştre ketiye hindurê salona berberekî, lê kesên li wirê ew bê bandor kiriye û radestî polîsan kiriye.
Mallet gotiye ku piştî dizîyeke sala 2016'an wî her xwestiye bîyanî û koçberan bikuje.
Dozgera Parîsê Laure Beccuau jî dîyar kir ku Mallet gotiye ku wî êrîş birîye ser wan qurbanîyan ku ew nas nake.
Beccuau dîyar kir ku Mallet gotiye ku jiber ku Kurdan li şûna ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bikujin ew li kampan xwedî kirine û ev jî ji vê yekî ne razî bûye.
Rêvebirên komên Kurdan yên li Parîsê dixwazin ku êrîş wek êrîşeke terorî û sîyasî were dîtin.
Lê, karbidestên Fransî dîyar dikin ku heta niha ti nîşaneke girêdana Mallet ya bi rêxistinekê tuneye loma jî Dozgerîya Antî-Teror (PNAT) berpirsîya lêpirsînê negirtiye ser xwe.