Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Parîsê Îro Derdikeve Pêş Dadgehê


Karbidestên Fransî ragihand ku bergumanê êrîşa Parîsê dê îro Duşemê derkeve pêş dadgehê.

Karbidestan di dawîya heftyê de dîyar kiribû ku berguman li xwe mikur hatiye ku wî bi qesteke nijadperest êrîş li dar xistiye û ew bi awayekî patolojîk ji bîyanan nefret dike.

Di êrîşa roja Înê ya ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û li dora wê de 3 Kurd hatibûn kuştin û welatîyekî Fransî yê 69 salî hatibû desteser kirin.

Berpirsên Fransî dibêjin ku heta niha jî eşkere nebûye ku wî bergumanî bi taybetî xwestiye Kurdan bikuje yan ne.

Hin Kurdên Parîsê roja Şemîyê bo protestoyê Meydana Le Republicê kom bûbûn.

Protestoyê aştîyane destpê kiribû, lê piştre girjî bilind bûbû û navbera xwenîşander û polîs pevçûn çêbûbûn û 11 kes hatibûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG