Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parîsê Êrîşa Kujer ya Dijî Kurdan Tê Şermezar Kirin


FDîmeneke ji xwepêşandeneka êrîşa dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya ku 3 Kurd hatin kuştin, 24.12.2022
FDîmeneke ji xwepêşandeneka êrîşa dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya ku 3 Kurd hatin kuştin, 24.12.2022

Dîmeneke ji xwepêşandeneka êrîşa dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya ku 3 Kurd hatin kuştin, 24.12.2022


li Parîsê yên li dijî êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku 3 Kurdan canê xwe ji dest dabûn, ji nû ve dest pê kirin. Xwepêşander bang li Hikûmeta Fransayê dikin ku ji bo parastina welatiyên li Parîs û bajarên din zêdetir tedbîran werbigire.


Bi hezaran Kurd, Fransî, komên dij nîjadperestîyê, siyasetvan îro Şemîyê li navenda Parîsê xwepêşandeneke girse dar dixin, piştî êrîşa dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya û karsazîyên Kurdan yên li Parîsê ku ku 3 Kurd hatin kuştin.

Xwepêşander bang li Hikûmeta Fransayê dikin ku bo parastina Kurdên li Parîs û bajarên din zêdetir tedbîran werbigire.

Êrîşa kujer do Înê li herêma 10’ an ya a Parîsê pêk hat, Zilamekî çekdarek pêşî êrîş bir ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û teqe li kesên wê derê kir.piştre êrîşî du dikanên Kurdan yek ji wan Xwaringeha Avesta û ya din jî Salona porbirinê ya Munzur.

Di êrîşê 3 Kurdan canên xwe ji dest dan, 3 yên din jî birîndar bûn ku rewşa 2 kesan giran e.

Hevserokên Konfederasyona Civata Demokratîk ya Kurdî ya Ewrupa Fransa (KCDK-E) Fatoş Goksungur û Yuksel Koç bi daxuyanîyekê nasnameyên 3 qurbanîyên Kurd, eşkere kirin

Goksungur û Koç dîyar kirin ku ew kesêna Evîn (Emîne Kara) ya aktivîsteke pêşeng ya Tevgera Jinên Kurd ji Qileban ya Şirnexê, Hunermend û stranbêj Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) ji Gimgim ya Mûşê û Kurdê bi navê Abdurehman Kizil in.

Karbidestên Fransî ragihandin ku di derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û êrîşkar welatiyekî Fransî yê 69 salî ye û ji kompanîya fermî ya rêyên hesinî ya Fransayê (SNCF) karkenar bûye.

Hat diyarkirin ku êrîşkar di 12’ê Mijdara 2021’an de li Parîsê bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye ku 2 kes birîndar kiriye û ew berîya demeke kin ji binçavkirinê hate berdan ku bê girtin were darizandin.

Li gor medyaya Fransa jî, navê êrîşkar William M. ye û ew 69 salî ye û wî berê Parîsê dikir ajotvanîya trênê dikir ku niha karkenar bûye.
Êrîşkarê Fransî dema ket dikana porbirinê, li wir ji hêla ciwanên Kurd hatibû rawestandin û piştre hatib û radestkirinê polîsê Fransî.

Dozgera Parîsê Laure Beccuau ragihand ku mebestên nijadperestî yên pêkan wê beşek ji lêpirsînê bin, lê nûnerên civata Kurd dibêjin ku divê ew wek êrîşeke terorê were nirxandin.

Êrîşa do, di nava civaka Kurdan de bû sedema xem, hers û xemgînîyeke mezin, bi taybet dema ku wan xwe bo bîranîna salvegera 10’an ya kuştina sê jinên Kurd li Parîsê amade dikirin.

Parêzerê Civata Demokratîk ya Kurdî ya Fransa (CDFK) David Andic do Înê ji rojnamevanan re got, "Civaka Kurd ditirse. Jixwe bi kuştina sê kesan ya di 2013’an de travmaya wê hebû.

David Andic bi berdewamî anî ziman ku pêwîste ku ev êrîş were ronî kirin wê û bi civaka Kurd re piştvanî were nîşan dayîn.

Piştî êrîşa kujer li serenserê cihanê gelek Kurd bi taybet jî li gelek bajarên Ewrupa xwepêşandanên şermezarkirinê dikin.

XS
SM
MD
LG