Parlemana Ewropayê îro Pêncşemê di civîna xwe ya li Strasburgê de biryarek qebûl kir. Di biryarê de, zor û sêdaredanên li Îranê bi tundî hatin şermezarkirin.
Herwiha, parlemanê daxwaz kir ku sêdaredan tavilê werin rawestandin û hemû girtîyên siyasî werin berdan.
Endamên Parlemana Ewropayê piştgirîya xwe ji bo gelê Îranê nîşan da. Wan got ku rejîma Îranê sêdaredanê wek amûrekê bi kar tîne da ku rê li ber xwepêşandanan bigire.
Di biryara Parlemana Ewropayê de sêdarekirina bi dizî ya dijberên siyasî, bi taybetî ya ciwanên di mehên Adar û Nîsanê de, bi tundî hat şermezarkirin. Herwiha bang li Îranê hat kirin ku tavilê hemû girtîyên siyasî azad bike.
Parlamana Ewropayê herwiha daxwaz kir ku cezayên ser berpirsên rejîma Îranê, Supaya Pasdaran (IRGC) û sazîyên ser bi Rêberê Bilind ê Îranê ve werin zêdekirin.
Parlemanteran daxwaz ji welatên Yekîtîya Ewropayê kir ku hatina endamên Pasdaran û malbatên wan bo Ewropayê qedeze bikin, û çalakîyên nûneratîyên dîplmatîk ên Îranê rawestînin.
Di beşeke din a biryarê de, Parlamana Ewropayê bal kişand ser girîngîya dabînkirina înterneteke azad û ewle ji bo gelê Îranê. Herwiha daxwaz kir ku Yekîtîya Ewropayê zêdetir piştgirîya Lijneya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî bike. Vê lijneyê berê hişyarî dabû ku zextên hikûmeta Îranê dikarin wekî "tawanên li dijî mirovahiyê" werin hesibandin.
Ev biryar bi 516 dengên belê, 14 dengên na û 39 dengên bêalî hat pesendkirin.