Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanê Tirkîye Daxwaza Pêdaçûnê bi Têkeliyên Ligel Îsraîlê Dike


Endamên Parlemanê Tirkîye daxwazê li Hikûmeta AKP-ê dikin ku pêdaçûnê bi têkeliyên siyasî, aborî û leşkerî yên ligel Îsraîlê bike, piştî hêrişa Îsraîlê bo ser gemiyên alîkariyê ku ber bi Xeze diçûn.

Parlementeran roja Çarşembî di daxuyaniyekê de got ku hêrişa Îsraîlê bi eşkereyî li dijî qanûnên Netewên Yekgirî û qanûna nêvneteweyî ye.

Her roja Çarşembî, wezîrê derve yê Tirkîye Ahmet Davutoglu got ku welatê wî dixwaze ku komisyoneka nêvneteweyî bihêt pêk anîn ji bo encam dana lêkolînan li ser wê hêrişê.

Çar welatiyên Tirkîyê di hêrişa Îsraîlî de hatin kuştin.



XS
SM
MD
LG