Parler, toreke medya civakî ya di nava konservatîfan de gelek navdar û populer e îro Duşemê bi xwe hat girtin yan ji ser înternetê hinda bû.
Amazon ku maldarîya xizmetên Parler dikir jiber weşanên wê yêk şîdetê teşwîq dikir, malpera wê rawestandibû.
Berîya ku malper hilweşe, CEO'yê Parler John Matze Amazon û kompanîyên teknolojîyê yên din bi şerê dijî azadîya axaftinê tawanbar kir.
Google roja Înêyê bi sedema ku Parler destûr daye weşanên ku gûrkirina tûndîtîjîya li Amerîka, App'a telefonê ya wêya li firoşgeha xwe ya App'an qedexe kir.
Apple roja Şemîyê dest bi qedexeya xwe ya hemberî Parler kir.
Di peyvajoya ku kompanîyên mezin yên medya civakî yên wek Facebook û Twitter dijî weşandina peyamên ku polîtîkayên wan binpê dikin, givaştinan dikin, hejmara kiryar û kartînerên Parler ku du salî ye, di mehên dawî de gelek zêdebû bû.
Facebook û Twitter hefta borî piştî ku alîgirên Serok Donald Trump li Kongresa Amerîka bûyerên şîdetê pêk anînên, hesabên Serokê Donald Trump rawestandin.