Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Berevaniya Fransa Serdana Îraqê û Herêma Kurdistanê Dike


Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly
Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly

Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly roja Pêncşemê hevdîtin ligel berpirsê hevpeymaniya Navnetewî ya şerê li dij DAIŞê û berpirsên Îraqê encam dan û cardî piştevaniya xwe jibo alîkariya Îraqê ya şerê li dij dewleta Îslamê DAIŞê diyar kir, Parly got, Fransa amade ye piştevaniya xwe bo şerê bermayên komela Îslamî DAIŞê li Îraq berdewam bike.

Florence Parly wezîra duyê ya Fransa ye sardana Îraqê dike di vê havînê da piştî ku meha borî wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian bi serdanekê li Îraqê bû.

Parly piştî ku hevdîtinên ligel hevpîşeyê xwe yê Îraqî Jumaa Înad, Serokomarê Îraqê Berhem Salih û herwiha Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al-Kazimî encam dide, dê serdana herêma otonum ya Kurdistana Îraqê jî bike.

Florence Parly, êvariya roja Çarşemê gihabû Îraqê, di preskonferanseke kurt da ligel hevpîşeyê xwe yê Îraqê Jumaa Înad got, ew bi hêvîne ku ew berdewamiyê bi perwerdeya leşkerên Îraqê bidin û alîkariya leşkerî "di demek herî zû da ." bidin berdewam kirin.

Parly di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da twîtek weşand û dibêje "Îraq hevparekî giring yê Fransa ye, ew buhayê hevkarî û hevalinyê dizanin, hevkariyek bihêz heye û heza me ya hevpar bo têkbirina DAIŞê lawaz nabe".

Fransa jiber vîrusa korona destpêka îsal rahênan û alîkariya leşkerî bo Îraqê ragirt bûn.

Parly got, ligel Înad wan amadekariya xwe diyar kirîye jibo pêşxistina rêbazên çavdêriya erdû esmana ya şaneyên nivistî yên DAIŞê ku bermayên wan li herêma sehrayî û leylanan li Îraq û Sûriyê hene.

Parly dîsan got "Em di wê bawerê dane ku şerê li dij DAIŞê bidawî nebûye" û "terefdarên we ne."Parly got.

Wezîra berevaniya Fransa dîsan got, ew dixwazin piştrast bibin ku şerê li dij DAIŞê jiber zêdebûna aloziyên di navbera Amerîka û Îraqê da ji hêl û armanca xwe dernekeve.

XS
SM
MD
LG