Breaking News

Partîya Opozîsyona Burmayî di Hilbijartina Navîn de Serketî Bû

Bizavkara demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi ragihand ku serdemeke nû li Burma'yê destpê kirîye, piştî ku wê û hevalên wê di hilbijartinên navîn de sereftinike girîng destve anî.

Medyaya dewletî ya Burma'yî radigîhîne ku partîya Yekîtîya Netewî ya jibo Demokrasîyê (National League for Democracy has) ya Xanim San Suu Kyi, ji 44 kûrsîyên giştî, herî kêm 40 kûrsîyan wergire.

Encamên 4 kûrsîyên mayîn hîn jî nehatine eşkere kirin, lê rêvebirên partîya NLD ya Xanim San Suu Kyi dibêjin, wan 43 kûrsîyan qezenc kirine.

Bizavkara demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi li dervayê navenda giştî ya partîya xwe, ji piştevanên xwe re axifî.

Wê got, ew bi hêvî ye ku encamên hilbijartinê wê giwaştinê li ser hikûmetê bike ku rêzê li nêrînên hemwelatîyan bigire.

XS
SM
MD
LG