Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Sûriya Pêşerojê Xalên Çareserkirina Aloziyên li Sûriyê Destnîşan Dike


Berpirsên Partiya Sûriya Pêşerojê
Berpirsên Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Sûriya Pêşerojê sêyemîn salvegera damezirandina xwe li bajarê Reqa lidarxist û tê de karê ew dikin û siyaseta xwe li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyê bi taybetî û li ser astê Sûriya bi tevahî nirxand.

Berpirsên Partiyê weha dibînin ku aloziyên li Sûriyê nayên çareserkirin ji bilî tevlîbûna hemû gelê Sûriyê di birêvebirina Sûriyê de, herwiha doza Sûriyeke pir netew û ol dikin ku hemû pêkhate tê de mafê xwe bidestxin.

Her hêzek derbasî pirsgirêka Sûrî bibe ,dîtina çareseriyê dûrtir dibe.
Sîham Dawid Sekretêa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê

Sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawid ji Dengê Amerîka re aloziyên li Sûrî piştî deh salan nirxand û got "Bi dûrxistina aliyekî siyasî ji birêvebirina Sûriyê alozî kûrtir dibe ."

Li ser dîtina çareseriyekê ji bo aloziya Sûriyê, li gor Partiya Sûriya Pêşerojê ta hêzên navdewletî û herêmî destwerdana di pirsgirêka Sûriyê de bikin tu çareserî nayên dîtin û temenê aloziyên Sûriyê dirêjtir dikin.

Dawid ji Dengê Amerîka re li ser dirêjkirina aloziya Sûriyê axivî û got "Her hêzek derbasî pirsgirêka Sûrî bibe, dîtina çareseriyê dûrtir dibe."

Sêyemîn Salvegera Damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê
Sêyemîn Salvegera Damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê

Li ser yekbûna mala Kurdî û gihiştina rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de, sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê dibîne ku lihevhatina hêzên Kurdên Sûriyê beşek ji çareserkirina aloziyên Sûrî tê dîtin.

Partiya Sûriya Pêşerojê partiyeke nû ye li Bakur û Rojhilata Sûriyê di 27ê meha Avdara sala 2018an de li bajarê Reqa hate damezirandin, ku yekemîn sekretêra giştî ya partiyê di êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê li ser destên gurûpên çekdar ên Tirkiyê piştgiriya wan dike hate guştin.

Raporta Reqa 28 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG