Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Bajarvanê Pasûrê Taş ji Kar Dûr Xist


Şaredarê Pasûrê (Kulp) Mehmet Fatîh Taş, îro Sêşemê bi biryara Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, bi sedema ku dijî wî bi tawana endamtîya rêxistina terorê pênc doz hatine vekirin, ji kar hat dûrxistin.

Wezaretê li şûna Taş, qaymaqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wek qayum erkdar kir.

Hefteya borî li gundekî Pasûrê, mayînek li ser rê peqîyabû û di encamê de 7 kes hatibûn kuştin û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Rojeke piştî peqînê, bi sedema ku têkilîya şaredarê Pasûrê, serokê HDP'ê ya Pasûrê Abîdîn Karaman û rêvebirê şaredarîyê Şener Aktaş hatibûn desteser kirin.

Roja Duşemê jî tevî wan, 4 kesên din jî bi tawana ku girêdana wan bi peqînê heye, hatibûn desteser kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevî Taş, 4 bajarvanên din yên HDP’ê, bi biryara Wezareta Karê Navxweyî ji kar hatibûndûrxistin û li şûna wan qayum hatibûn erkdar kirin.

XS
SM
MD
LG