Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasdarên Îranê Soza Tolhilandê Didin Îsraîlê jiber Kuştina Mûsewî li Sûriyê


Mersîma Cenazeyê Razî Mûsewî, fermandarekî payebilind yê Hêza Qudsê ya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku di 25ê Kanûna Pêşî de di êrîşeke Îsraîlê de li Sûriyê hat kuştin, mezargeha Îmam Alî li Necefê - Îraq.
Mersîma Cenazeyê Razî Mûsewî, fermandarekî payebilind yê Hêza Qudsê ya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku di 25ê Kanûna Pêşî de di êrîşeke Îsraîlê de li Sûriyê hat kuştin, mezargeha Îmam Alî li Necefê - Îraq.

Berdevkê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) îro Çarşemê hişyarî da Îsraîlê ku ew yan komên hevbendên wê bo tolhildana kuştina fermandarê xwe Razî Mûsewî dê çalakîyên rasterast pêk bînin.

"Bersiva me ya ser kuştina Mûsewî wê ji çalakîyên me yên rasterast û herwiha ji yên ku Xeta Berxwedanê pêşengîyê dikin pev re, pêk werin," berdevkê IRGC Remezan Şerîf got.

Xeta Berxwedanê navek e ku Îran li xwe û komên ser wê ve li Rojhilata Navîn dike, ewên ku dijatîya Amerîka û Îsraîlê dikin.

Medyaya Îranê ragihandibû ku General Mûsewî Duşemê di êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê de li derveyî paytexta Sûrîyê Şamê hate kuştin.

Li gor ragihandina jêderên ewlehîyê, Mûsewî ji hevsengîya hevpeymenîya leşkerî ya di navbera Sûrîye û Îranê de bû.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê red kir ku ser kuştina Musewî daxuyanî bide, lê got ku jibo parastina welêt wê her kiryareke pêwîst bikin.

Termê Mûsewî ji Sûrîyê hat birin Îraqê û îro li bajarê Necefê bû, yê ku li ba Şîayan pîroz e. Li wir jibo wî merasîma oxirkirinê hat darxistin.

Di merasîmê de, endamên Hêza Heşda Şaebî ya Îraqê, ku Îran piştgirîya wê dike, tabûta Mûsewî li kolanên Necefê gerandin.

Behîdarên Mûsewî di merasîma oxirkirinê de dirûşmên wek "Mirin ji Amerîka re, Mirin ji Îsraîl re," diqîrîyan.

Tê çaverêkirin ku Mûsewî sibe Pencşemê bi merasîmeke girseyî li Îranê were binax kirin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG