Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Ku Amerîka Pasdaran Wek Terorîst Nav Bike, Emê Bersîvdaneke Tund Bidin


Îranê îro Duşemê soza bersîvdaneke “tund” dide, ger Amerîka Nobedarên Şoreşê anku Pastaran têxe lîsta rêxistinên terorîst.

Daxuyanîya Îranê hefteyeke berî ku Serokî Amerîka Donald Trump biryara xwe ya derheqa Îranê ragihîne, hat.

Li ber e Trump di 15’ê Cotmehê de peymana navnetewî ya navokî ya bi Îranê pûç bike ku ew jî dikare rêkeftinê bi tevahî hilweşîne.

Herwiha çaverê ye ku Trump di heman rojê de stratrejîya nû ya ser Îranê ji bîragiştî re eşkere bike û hêza herî xurt ya Îranî, Pasdaran jî wek rêxistineke terorîst bi nav bike.

Berdevkê wezareta derve yê Îranî Bahram Qasimî got ku ew bi hêvî ne Amrîka şaşitîyeke wiha mezin neke.

“Ger şewtîyeke wusa bikin, bersîvdana Îranê dê tund be û Amerîka dê rûbirûyê hemî encamên wê biryarê be,” Qasimî got.

Kes û kompanîyên ku peywendî bi Pasdaran re hene, di nav lîsta rêxistinên terorîst ya Amerîkî de cîh digirin, lê Pasdaran bi xwe wek rêxistin di nav wî lîstê de tuneye.

Qumandarê Pasdaran Mihemed Alî Caferî roja Yekşemê gotibû ku ger Amerîka dixwaze Pasdaran wek terorîst bi nav bike, ewê jî artêşa Amerîkî wek DAIŞ’ê bibînin.

XS
SM
MD
LG