Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Pasdaran: Îran Dê Dojminan Wêran Bike Dema Hêlên Sor Derbaz Bikin


Husên Salamî Fermandarê Pasdaran

Roja Duşemê fermandarê Hêzên Pasdarên Îranê(Zêrevanên Şorişê - Heres Sewrî) Husên Salamî di axiftineke Televizyonî de got, Îran dê Amerîka, Îsraîl û Erebistana Saûdî wêran bike eger ku ew hêlên sor derbaz bikin.

Salamî got"Me ragirt xwe nîşan da, me aramîya xwe nîşan da li hember liv û tevgerên Amerîka û rejîma Sehyonî-Îsraîlê û Erebistana Saûdî li dij Komara Îsamî ya Îranê..Lê emê wan wêran bikin, dema hêlên sor derbaz bikin".

Li aliyekê din roja Duşemê berpirsekê Amerîkî gotîye, Kuwait û Qeterê, razîbûna xwe bo beşdarîya di hevpeymanîya deryayî diyar kirîye, ya ku Amerîka pêşengîya wê dike bo zêrevanîya ava deryayî li herêma Kendavê.

Hevpeymanîya deryayî hat ava kirin piştî ku çendîn caran tanker û gemiyên petrolê li ava Kendavê rastî êrîşan hatin, Amerîka hertim Îran bi aloziyên li herêmê û wan êrîşan tawanbar dike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG